المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI DESTAYA SEROKATIYA ENKSÊ BI SEROKÊN GERÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ CIVIYAN…

0 73

Diho di roja înê 13.3.2020an de,

şandek ji destaya serokatiya ENKSê û serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve, mamoste Mihsin Tahir bi serokên gerîngeha rojava ya encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve civiyan.
Herwiha şanda destaya serokatiya ENKSê yên beşdar M.FÊSEL Yûsif,M.Mihemed Isma’îl bûn.

Herwiha Civîn di destpêkê de,xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan.

Herwiha civîn rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî.
Herwiha Civatê bi awayekî berfire gengeşeykir li ser mijara rêkeftina herî dawî ya di navbera ENKSê û Opozisyonê de,di derbarê vegerandina koçberan li ser mal û milkên wan li Efrînê,Serê Kaniyê û Girê Sipî.
Herwiha û gengeşekirin li ser hemû mijarên bi koçber û penaberan ve girêdayî ..hat kirin.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.