المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA PARTIYA YEKÎTÎ OFÎSA XWE LI KOBANÊ CAREKE DÎ VEKIR..

0 87

Îro di roja înê 13.3.2020an de,rêxistina Kobanê ya partiya Yekîtî ya Kurdistanî- Sûriye ,  ofîsa xwe ji nû ve vekirin.

bi beşdarbûna serokê xwecihiya Kobanê ya bi ser ENKSê ve,herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û cemawerekî mezin.

Di derbarê vê yekê de,endamê ofîsa siyasî yê partiya Yekîtî mamoste

Weyis Şêxê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Vekirina Ofîsa me hat li ser biryara desteya serokatiya ENKSê bi vekirina ofîs û baregehên ENKSê li hemû herêmên Kurdistana Sûriye û Kobanê yek ji wan e”.

Herwiha Şêxê axaftina xwe berdewam kir û got:

“Ofîsa partiya me wê têkeve bin xizmeta xelkên herêma Kobanê ji bo weşandina çanda kurdî,Û bi erkê xwe rabe di derbarê hemû çalakiyên yên dikevin bin xizmeta dosaya gelê Kurd”.

Wêne ji Helkeftê

  

Ragihandina ENKSê

Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.