المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ SERDANA KAMPA BERDEREŞ KIR ..

0 92

Îro di roja pêncşemê 16.1.2020an de,şanda nûnertiya herêma Kurdistanê ya ENKSê bi serokatiya serokê nûnertiya herêmê ya ENKSê mamoste Ebdulkerîm Mîranî û du endamên wê mamoste Wa’il Umer û mamoste Berzan Mer’î, serdan penaberên Kurdistana Sûriye kirin li kampa Berdereş.

Di derbarê vê serdanê de,mamoste Wa’il Umer li ser riya telefonê ji malpera me ya ENKSê re ragihandina û anî ziman:

“Em wek nûnertiya herêmê ya ENKSê me îro di roja pêncşemê 16.1.2020an de,serdana penaberên Kurdistana Sûriye kirin li kampa Berdereş”.

Her wiha Umer anî ziman û got :

“me hin dermanê zarokan di vê serdana Kampa Berderş de me karîbû peydabikin ji bo zarokên penaberên di kampa Berdereşê de” .

Her wiha mamoste Wa’il Umer axaftina xwe berdewam kir û got :”Dermanê ku me peydakiribû yên zarokan bû û hejmara wan (3905 qotîkê)navê derman jî Panacea life co .

Her wiha Umer anî ziman û got :”ev dermaman jî me hevrêzî bi dezgeha xêrxwaziya Barzanî kir û me radestî dezgeha xêrxwaziya Barzanî kir,ta ew jî li ser riya dezgehên tenduristiyê vî dermanî bi cih bikin ji bo bighê zarokên nexweş li gorî pêwîstiyên tenduristiyê .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.