المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXIST..

0 106

Di roja çarşemê 15.1.2020an de,Nûnertiya herêma Kurdistana başûr ya ENKSê civîna xwe ya yasayî li navenda ENKSê li Hewlêrê lidarxist , Û mamoste Ebdulkerîm Mîranî hat hilbijartin ji bo postê serokatiya nûnertiyê .

Di derbarê naveroka civatê de,mamoste Wa’il Umer endamê nûnertiyê ,ji malpera me ya ENKSê re li ser riya telefonê ragihand û anî ziman:

“Nûnertiya herêma Kurdistana başûr ya ENKSê bi beşdarbûna hemû endaman îro di roja çarşemê 15.1.2020an de, civîna xwe ya yasayî li darxistin û li ser lîsta kar rawestiyan.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan.

Her wiha Umer anî ziman û got civat bêtir li ser rewşa rêxistinî rawestiya , Ji ber ku her şeş heyvan serokê nûnertiya herêmê ya ENKSê tê guhertin ,

Û di vê civînê de,mamoste Ebdulkerîm Mîranî bi awayekî dîmoqratî hat hilbijartin ji aliyê endamên nûnertiya herêma Kurdistanê ya ENKSê ji bo serokatiya nûnertiyê , Û hat pîrozkirin ji aliyê hemû endaman,û serkeftin jî jê re hat xwestin.

Her wiha mamoste Wa’il Umer axaftina xwe berdewam kir anî ziman û got :

”  hin biryayar û pêşînyar jî hatin sitendin ji bo pêşketina liv û tevgera nûnertiya herêma Kurdistana başûr ya ENKSê.
Her wiha civat li ser rewşa penaberên Kurdistana Sûriya rawestiyan bi taybet yên di kampên li Kurdistana başûr de”.

Her wiha Umer anî ziman û got civat li ser kar û xebata ENKSê û piroja wê yî netewî ya di vê qonaxa hestiyar de, û hin bûyerên siyasî jî yên dawî rawestiya.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.