المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA DUYEMÎN LI SER KOÇKIRINA DAWÎ YA ENDAMÊ OFÎSA CÎBICÎKIRIN a TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYE JI ALIYÊ HEVALÊN WÎ HAT VEJANDIN.

0 74

Salvegera Duyemîn li ser koçkirina dawî ya endamê ofîsa cîbicîkirin a Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye Ebdela Tero ji aliyê hevalên herêma Dêrikê û Aliya yên Tevgera Çaksaziya Kurdî–Sûriye hat vejandin.

 

Di roja çarşemê 21/7/2021ê de, hejmarek ji hevalên tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye û bi beşdarbûna endamên ofîsa cîbicîkirinê û endamên hevrêziya giştî digel komek ji xelkên herêmê re, berên xwe dan goristana gundê Quldûman .

 

 

Herwiha li wê dera wêneya El fatîhe li ser giyanê rehmetiyê Ebdela Tero yê paqij hat xwendin û gurzek gulan li ser goristana rehmetî hate danîn .

 

 

Herwiha Piştre mamoste Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar a tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye axaftinek kir, di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên xwe yên beşdar kir û axaftina wî di derbarê nirxandina kar û xebata rehmetî de bû, ya ku cihê şanaziyê bû li cem heval û dostên wî  ku koçkirina wî ziyanek mezin li cem wan û li cem tevgera siyasî ya kurdî bi giştî rû da.

Herwiha mamoste Ferman, axivî li ser jiyaname têkoşîna rehmetiyê bavê Ciwan hat diyarkirin Rahmetiyê bavê Ciwan yek ji damezerînên berbiçav bû ji rêbaza Çaksazî û Zelalmendî û guhertin bû û xwedî rolek giring bû.

 

 

Herwiha mamoste Welîd Ferman di axaftina xwe de, diyar kir û anî ziman:” Em tekez dikin li ser berdewamiya kar ji bo gihandina çi tiştê ku hevalê me mamoste Ebdela Tero li ser asta niştîmanî û netewî baweriya xwe pê aniye”.

 

 

Herwiha ji aliyekî din jî M.Mahmûd Sefo ji nişteciyên gundê Quldûman spasiya hevalê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya kir, li ser vejandina bîranîna hevalê xwe bavê Ciwan..

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.