المجلس الوطني الكوردي في سوريا

11SAL LI SER KOÇKIRINA TÊKOŞER SAMÎ NASIRO RE DERBAS DIBE..

0 90

 

Di 24ê Tîrmeha 2010an de, têkoşer Sami Nasiro bavê Ciwan, koça dawî kir, wek tê zanîn bavê Ciwan, yek ji stûnên tekoşîna neteweyî ya li bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê bû.

Derbarê jiyana têkoşer Sami Nasiro.

di pêncê Tebaxa 1949-an de li gundê Gûrda li bajarê Efrînê hate dinyayê .

Di encama tekoşîna wî ya di nav tevgera Kurdî de, ew bi dehê caran ji hêla dezgehên ewlehiyê yên rejîma Bahs ve, hat girtin, îşkence kirin, dadgeh kirin û jêpirsîn.

Ew herî dawî di sala 1988-an de ji hêla Ewlehiya Siyasî ve, li Helebê hat girtin û piştî yazdeh rojan hate azad kirin, û di wê carê de, pir hat êşkence kirin.

 

Samî Nasiro, zewicî bû û bavê pênc zarokan bû. Ew di 24 Tîrmeha 2010 de ji ber krîza dil koça dawî kir. Bi hezaran gelê Kurd beşdarî merasîma oxirkirina termê wî yê pak bû, û ew li bajarê wî li gundê Gûrda li Efrînê hat veşartin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.