المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 3emîn ser pakrewanbûna hejmarek ji Pêşmergeyên Rojava ..

0 75

(Wêne ji hejmarek ji pakrewanên sala 2015 û 2016 Şehîd bûne )

Îro “12” Mijdara “2019 ” an, salvegera Sêyemîn li ser şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên  Qehreman , ku di roja 12/11/2016 an, li Herêma kurdistanê canê xwe ji dest dan û xwîna xwe kirina qorbanî ji bo rûmet û parastina sînorê xaka pîroz ya kurdistanê.

Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :
_Pakrewan : Kamîran Selaheldîn Hiso ” li Bendava Mûsilê  Şehîd bû”
_Pakrewan : Mulazim, Etûf Tahir
_Pakrewan : Sîpan Yûsif Sîno
” Bendava Mûsilê ”
_Pakrewan : Mulazim, Mewlûd Riyad Yûsif
” Bendava Mûsilê ”
_Pakrewan : Şêrzad Mihemed Masûm
_Pakrewan : Ehmed Bozan Ibrahîm.
Û herwiha tê zanîn ku Hêzên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê ku bi navê ( Leşkerê Roj) , tê naskirin, ku di roja 12/3/2012 an, bi biryarekê ji serok, “Masûd Berzanî,” hat damezirandin û herwiha bi pêşengetiya pêşmergeyên zêrevan perwerde dibin, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî û beşdarî ceng û şer bûn li dijî rêxistinên Terorîst li Herêma Kurdistanê û herwiha berevaniyê li ber xaka kurdistanê de dike de ku destkeftên zêde bi dest bixe,

Û hîn ev li hêviya biryareke Siyasî ne ji bo vegerin Kurdistana Sûriya û devera xwe biparêzin .

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.