المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 33emîn ser koçbarkirina têkoşer û xebatkarê kurd D, Nûredîn Zaza ” derbas dibe…

0 94

 

Wek tê zanîn salvegera” 33″ emîn ya koçbarkirina Dr, Nûreddîn Zaza, ku kesayetekî siyasetmedar û nivîskar û rewşenbîr bû û xwedî karîzmayeke siyasî û civakî bû û cihê xwe di nava civaka kurdî de girtibû, û ji ber vê yekê ta niha xelk li dîrok û nivîsandin û çîrokên wî yên navdar û balkêş guhdar dikin “.

 

Dr, Nûreddîn Zaza ne tenê welatparêz û siyasetmedar bû, nivîskarekî zîrek û jêhatî bû timî li ser derd û êş û azarên miletê kurd di anî ziman”.

di derbarî xebata wî ya neteweyî de :

” ku “Zaza”, Jiyana xwe di ber bilindkirina navê kurdan derbas dikir ji bilî hemû astengî û zordariyên lê dihatin kirin ji zindankirin û sirgonkirinê ji aliyê rêjîman ve, lê ev yek nebû kelem li pêşiya çalak û xebata “Zaza” ji wefadarî û dilsoziya ji bo doza Azadiya gelê xwe re” .

hin zaniyarî li ser Jiyan û Dîroka Dr,” Nûredîn Zaza “, :

 

Dr,”Nûredîn Zaza ” di sala “1919”an de , li gundekî nêzîkî Amedê li Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye , û ji malbatekî welatparêz û niştîmanperwer bû , û di sala “1925”an, ji ber ku melbata wî tevlî şoreşa Şêx Seîd Pîran bûn ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatin girtin ,û ji vê sedemê “Nûreddîn Zaza ” di wê demê de temen “7 “salî bû neçar bû bi birayê xwe re Dr, “Nafiz ” derbasî Kurdistana Sûriya  bûn û li bajarê Qamişlo bicih bûn.

 

Û herwiha Dr, “Nûredîn Zaza ” xwendina xwe ya seretayî û amadayî li Kurdistana sûriyê xwend,

û di sala “1945” an, berê xwe de welatê Lubnanê û li Beyrûtê xwendina xwe ya bilind di beşê Zanistên Siyasî de li zanîngeha Frensî bi dawî kir.

 

Û di sala “1949”an de, li gel hevalên xwe komeleya Xwendevanên kurd li Ewropa ava kir .

 

Û di “14”ê hezêrana sala “1957 “an ,  hat hilbijartin ku bibe yekemîn serokê  partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Sûriya û bi dest çalakiyên siyasî kir .

 

Û herwiha Nivîskarê kurd “Dilawer Zengî”, li ser “Nûredîn Zaza” dibêje :

 

” ku ew xwediyê berhemên wêjeyî bû jî, û bi wan berhemên wêjayî wî karîbû xwe bike neynika civaka kurdî.

 

Û herwiha yek ji helbestên wî ev bû:

Li ser rêya dijwar .

Min jî kire pir hewar.

Da ji bo we jî rojekê

Dinya bibe gulbehar .

 

Û Di roja “7 ” ê cotmeha sala “1988” an, Dr,”Nûredîn Zaza “, di temenê xwe yê “69” salî de li welatê Siwêsra Jiyana xwe ji dest da, û li goristana bajarê” Lozan “bi xakê hat spartin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.