المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 31 emîn li ser şehadeta Qasimlo..

0 74

Îro “13 ” ê tîrmahê, salvegera” 31 emîn li ser şehîdbûna sekertêrê berê yê partiya Demoqirata kurdistana Iranê,” Ebd_elrehman Qasimlo”, ve derbas dibe, ku Qasimlo wek kesayetekî welatperwerî û xwedî ezmûneke berfireh di warê siyasî de bi rêberiya xwe û bi zana û jêhatbûna xwe di hat naskirin.

 

 

 

 

Û herwiha derbarî jiyan û Dîroka siyasî ya Ebd_elrehman Qasimlo :Ji dayikbûna sala “1930” li gundê Qasimlo li bajarê Ûrmiyê li Tehranê, di nav malbateke dewlemend û navdar de jiyana xwe qedand. Û herwiha xwendina ya seretayî û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û piştre li Tehran û Parîsê xwendiya û li zanîngeha Praga Çekoslovakya ya di wê demê de dektoriya di warê zanistên aborî de wergirtiye.

 

 

 

 

Û herwiha” Qasimlo ” di zaroktiya xwe de zû pê hesiya bi êş û azarê gelê kurd û rewşa dijwar ku têde dijîn, û ji bilî ku ew ji malbateke dewlemend bû lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê cuda nedidît û ji bû standina mafê wan xwe dûr nedikir heta canê xwe bexşî kir.

 

 

 

 

 

 

 

Û Di warê çalakiyên Qasimlo yên siyasî :Sala “1945”, an de, bi temenê “15” salî, pêkanîna Yekîtiya ciwanên Demoqirata kurdistana Îranê, li bajarê Ûrmiyê destpê kir. Piştî ku komara canemerga kurdistanê sala” 1946″, bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekîtiya Sovyetê, têk çû.

 

 

 

 

Dr. Ebd_elrehman Qasimlo, bi hevkariya gelek hevalên xwe xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh destpêkirin û bi vî rengî Qasimlo bi temenê xwe yên ciwan bi mirovekî jîr û zana di warê siyasî de dihat naskirin.

 

 

 

 

Û herwiha karê herî giring di jiyana Dr. “Qasimlo ” de, ku di sala “1976” an de, heya sala” 1978″, di wî bi nivîsa çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de li ser jiyana civakî, dîrokî, û dîrok û rewşa siyaseta kurdan di wê demê de karîbû heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştî ya Ewropî re bide diyarkirin.

 

 

 

 

 

 

 

Û herwiha derbarî berhemên herî navdar û giring di dîroka Qasimlo de ev in : pirtûka wî ya bi navê “Kurdistan û kurd “, ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin, ku ev pirtûk yek ji çavkaniyên herî baş e ji bo nasandina dîrok û aborî û xebata siyasiya kurdan bi gelê cîhanê re ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê kurdistanê nasbikin.

 

 

 

 

Û heya niha pirtûka kurdistan û kurd bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê hatiye wergerandin (Îngilîzî _Erebî _Farisî) ..

 

 

 

 

 

 

 

Û herwiha Dr. “Ebdelrehman Qasimlo”, tenê ne li Rojhilatê kurdistanê, li tevahiya kurdistanê xwedan kesayetekî bi bandor bû, û pêwendiyên wî yên li gel û hêzên berçeyên din yên kurdistanê jî pir baş bû…

 

 

 

 

 

 

 

Û herwiha ji bo Kar û xebata “Qasimlo” ji bo doza azadiya gelê kurd, di” 13″ ê tîrmaha, sala “1989” an de, ku ramyar û rêberê kurdistana Rojhilat bû, li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîd kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

 

Amadekirin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.