المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇÎROKA BIRÎNA ÊLÊTRÎKÊ YA XETA XIRBET ÎD BERDEWAME Û GELEK CARAN DÛBARE DIBE

0 73

Hin ji gundên başûrî bajarê Dirbêsiyê di navbera du saziyên êlêtrîkê de wenda dibin û pirê caran bê êlêtrîk dimînin.

 

Wek tê zanîn pîştî kirîza Sûrîyê , herêmên Kurdistana Sûriyê bi awayekî ne sererast ji aliyên saziyên xizmetkariyê tên birêvebirin.

 

Herwiha li gorî çavkaniyên taybet du xetên Êlêtrîkê hene li ser navê du gundan tên nasîn yek gundê Til Bêder wek bajarokekî tê nasîn û xeta duyem gundê Xirbet Îd ya ku bi dehên gundên Kurdan Êlêtrîka wan li ser e, û êlêtrîka van her du xetan ji navenda bajarê Hesekêye ya êlêtrîkê.

 

Herwiha wek tê zanîn ev gundana ava wan a vexwarinê li ser êlêtrîkê ye, dema êlêktirîk tê birîn bi tindî ji avê qut dibin.

 

Li gorî şopandina nûçegihanê me di derbarê vê mijarê de, bi taybet dema êlêktirîk li ser xeta gundê Xirbet îd tê birîn ji bo rûxandinekê ango pirsgirêkek êlêtrîkê bi awayekî zû nayê çareserkirin, û di heyvê de zêdeyî sê çaran êlêktirîk tê birîn û her carekê ta ku bê sazkirin nêzîkî pênc rojan derbas dibe û xelkên wê herêmê were di hawarçûnê de ne ji bo avê.

 

Ji ber ku rêveberiya saziya êlêtrîkê ya bajarê Hesekê û Dirbêsiyê xeta gundê Xirbet îd ya ku pir gund bi ser wê ve ne, her du rêveberî xwe nabîn in berpirsiyarê vê herêmê.ev tê wateya ku ev herêm nizane wê berê xwe bi ku veke dema pirsgirêkek êlêtrîkê li cem wan çêdibe.

 

Herwiha ji aliyekî din jî, êlêktirîka xeta Til Bêder zêdeyî du qat e ji êlêtrîka xeta gundê Xirbet Îd tê. wek tê zanîn divê katijmêrê êlêtrîkê her du xetan wek hev bin, lê mixabin karmendên navenda êlêtrîkê hîn karmendin li cem rêjîma Sûrîyeyê ne û bi awayekî eşker e, êlêtrîkê ji para xeta Xirbet Îd ji xwe re didizin bê yî ku kes hesab bi wan re bibîn e, û li gorî agahiyan ti karmend ji xeta Xirbet Îd di navenda êlêtrîkê de tinen e.

 

Lê vê carê li gorî şopandina nûçegihanê me di derbarê vê mijarê de, dît ku gelek beştên êlêtrîkê hatine xwar di navbera gundên Xatûna, Cewzat, û Mişraq……wiha bi sedema şewitandina zeviyên pirêze ya ku di 10.7.2020an de, agirekî dijwar rûda bû û tîmên vemirandina agir mixabin bi hawarçûna xelkên herêmê de nehatin û gelek beştên êlêtrîkê hatin şewitandin.

 

Wek tê zanîn ev mijara agir zêdeyî carekê di malpera me ya ENKSê de hatiye ragihandin û weşandin.

 

Di derbarê vê yekê de, mirovekî bi navê bavê Ahmed ji gundên ku êlêktirîk li ser wan hatiye birîn bi awayekî zelal ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman û got:”Bi rastî ev xeta gundê Xirbet îd a ku gelek gund bi ser wê ve ne û jêdera êlêktirîka wan ji navendek ya bajarê Hesekê ye, lê mixabin di heyvê de pir caran êlêtrîk tê birîn û her carekê jî zêdeyî çar rojan birîna êlêtrîkê dûmdike. Û em bê av dimînin, ji ber ku herêma me hemû bîrên me yê ava vexwarinê li ser êlêtrîkê ne û bi taybet di werzê havînê de em pir zahmetiya dibînin ji ber ku wek tê zanîn xelkên vê herêmê ajalan (lawir, sewal) xwedî dikin û pêwistiya wan pir bi avê heye bê av jiyan nabe”.

 

Herwiha bavê Ahmed axaftina xwe berdewam kir û got:”Rasteqîna çima zû dema êlêktirîk li ser xeta gundê Xirbet îd tê birîn nayê sazkirin em Karin ev bi awayekî zelal bêjin ev herêma me di navbera her du saziyên êlêtrîkê de ne, yek ya bajarê Hesekê ya bi ser rêjîma Sûriye ve ye, û du ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser rêveberiya PYDê ve wendabûye”.

 

Di dawiya axaftina xwe de, bavê Ahmed anî ziman û got:”Em bi hêvî ne ku dengê me bighê cihên berpirsiyar ta bi awayekî lez pirsgirêka me ya êlêtrîkê çareser bikin û birîna êlêtrîkê bi rojan dûm neke û spasiya nûçegihanê ENKSê kir li ser kar û xebata wan bi nirx”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.