المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 11emîn ser koça dawî ya Mihemed Nezîr li Qamişol hat vejandin ..

0 74

Îro li Bajarê Qamişlo salvegera 11emîn ser koça Dawî ya Serkirdeyê Partiya Elpartî ” Mihemed Nezîr Misefa ” hat Vejandin .

Di demjimêr 3 ê piştî nîvro, Pdk-s ê salvegera” 11″ emîn, li ser koçkirina xebatkar Mistefa, vejand bi serdana gora wî li goristana” Qidûrbek ”  bi amadebûna hejmarek ji xelkê bajêr, û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û herwiha endamên ENKSê ,

DI destpêkê de xuleke bê dengî li ser giyanê wî hat rawestandin û fatiha li ser giyanê wî hat xwendin û gurzek gul li ser gora wî hat danîn.

û herwiha gotina Pdk-s ê  ji aliyê M,”Beşar Emîn” endamê Ofîca siyasî ya , hat xwendin û têde bi giştî li ser jiyana Mihemed Nezîr Mistefa û Kar û xebata wî ya siyasî axifî.

Û herwiha di vê salvegerê de endamê Ofîca siyasî ya PDK-S ê M,”Neşat Zaza” wiha ji malpera ENKS ê re got : “Her sal salvegera M,Mihemed Nezîr Mistefa li bîra xwe tînin û serdana gora wî dikin weku wefadarî û rêzgirtin ji Kar û xebata wî ya neteweyî re, û li ser doza mafê gelê kurd û rêbaza barzanî, û em soz didin ku li ser şopa van keseyetên welatperwerî û niştîmanperwer , Kar û xebata xwe berdewam bikin ta mafê miletê kurd di  kurdistana sûriyê de bi cî bibe”.

Û herwiha ji rexekî dî ve endamê komîta Navendî ya PDK-S ê M, “Hesen Remzî ” li ser vê bîranînê ji malpera ENKS ê re ragihand û got : ” Îro salvegera 11emîn, li ser koçkirina xebatkar Nezîr Mistefa ew keseyetê ku bi niştîmanperwerî û bi hezkirina ji rêbaza Barzanî re tevlî Kar û xebata sîyasî bû di tevgera kurdî de li kurdistana sûriyê û ji bilî hemû zehmetiyan di zindanê de li karê xwe berdewam kir, ji bo parastina dosya kurdî û gelê kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa” ..

û tê zanîn M,Mihemed Nezîr Mistefa roja 22 meha 12 an, sala 2008 an, li nexweşxanekê li şamê paytexta sûriyê, koça dawî kir û li goristana Qidûrbek li Qamişlo, bi axê hat spartin..

Wêneya Boneyê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.