المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mihemed Nezîr Mistefa , Bi boneya 11emîn Ser koça Dawî , Jiyan û Xebat ..

0 72

Kesayetê kurdî û xebatkarê sîyasî “Mihemed Nezîr Mistefa ”

sekirtêrê giştî yê berî niha yê partî Demoqiratî kurdî li sûriya, di sala 1939 an de, li bajarê Dêrikê jidayîk bûye, û bi niştîmanperweriya xwe di nav kurdan de di hat naskirin.
Û herwiha di derbarî karê xebatkar “Nezîr Mistefa ” di warê sîyasî de :
_Di sala 1958 an de beşdarî nava refên partî Demoqiratî bû,
_Di sala 1972 an de, weku endamê ofîca sîyasî ya partî hat hilbijartin, di kongirê yekem yê partî ku li kurdistana Iraqê hat lidarxistin,
_Di sala” 1970″ an de, Mihemed Nezîr Mistefa li gel çend hevalên xwe li ser Kar û xebata we yên sîyasî, ji aliyê Rêjîma Bes ve, hatin girtin,
_Di sala” 1982 “an de, piştî” deh” salan di zindanê de, serbest hatin berdan.
_ Di kongirê “Heşt” emîn de, weku endamê sekirêrê komîta navendî ya partî hat hilbijartin,
_Di kongirê “Neh” emîn de, Nezîr Mistefa weku sekirêrê giştî yê partî hat hilbijartin.
Û herwiha “Mihemed Nezîr Mistefa” roleke wî ya giring di dîrok û bûyerên sîyasî de di devera kurdî de hebû, û Kar li ser Yekîtiya tevgera kurdî li sûriyê dikir, karê sîyasî yê aştiyana pêktanî di riya hevpeymaniyên sîyasî de, û herwiha Xebatkar Nezîr Mistefa, bi rêzdarî û bi yekalî di sitandina biryaran de di pirsên giring û çaranivîsî de dixebitî ji bo daxwaza mafê gelê kurd,
Û herwiha hewlên wî yên mezin hebû di Yekîtiya helwesta kurdî de, sala 2004 an, ji bo aştiyê û parastina mafê miletê kurd li Rojavayê kurdistanê piştî Serhildana 12ê Adarê  2004 an, li Qamişlo.
Mihemed Nezîr Mistefa roja “22” meha” 12 ” an, sala 2008 an li nexweşxanekê li şamê paytexta sûriyê, koça dawî kir, û bi merasîmeke geş ji aliyê milet ve û bi amadebûna keseyetên sîyasî, li goristana Qidûrbek bi axê hat spartin..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.