Îro roja Yekşemê” 8 ê “,Avdara “2020 ” an, Ofîsa Jinê ya girêdayî ENKS ê ve, li bajarê Qamişlo bi boneya roja jinê ya cîhanî li pişt yarîgeha Qamişlo ya Serekî demjimêra 3ê piştî nîvro ahing û şahiyek bi coş û fireh li darxist.
ev yek bi amadebûna rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.
ahing destpêkir bi xuleke bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û li gel sirûda neteweyî (Ey Reqîb),
Piştre gotina Ofîsa Jin û zarokan ya ENKS ê ji aliyê M,”Gelawîş Kamil”, ve hat xwendin
Û di derbarî vê helkeftinê de “Lava Delî”, endama komîta Herêmî ya rêxistina jinê ya PDKS ê, ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :
” Em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîrozdikin, weku tê zanîn her sal roja jinê ya cîhanî “8 ê ” Avdarê bi ahing tê vejandin li hemû deveran, weku rêzgirtinekê ji jinê re taybetî jina kurd û rola wê ya berz di Kar û xebatê de,
di hemû warên civakî û çandî de,”.
Û herwiha (Delî), gotina xwe berdewam kir :” di vê mijarê de, ku di vê qonaxa zehmet ya milet têde derbas dibûb li kurdistana Sûriyê de, jina kurd bandora wê li ser civakê bi tevahî hebû di pêşxistina jinê de û avakirina rêxistin û komeleyên jinan û herwiha di warê civaka sivîl de kardikirin, ji ber ku jina kurd herdem daxwaza wê doza azadî û pêşxistina wê di civaka kurdî de” .
Û herwiha di vê ahing de Helbest û Dîlan û stranên neteweyî ji aliyê koma (Orkêş û Narîn) ve, hatin pêşkêşkirin…
Wêne ji Helkeftê
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî