المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALAYA KURDÎ LI BAJARÊ DIRBÊSIYÊ JI HÊLA ENCÛMENA XWECIHÎ HAT VEJANDIN..

0 121

Duho di roja sêşemê 17.12.2019an de,Encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve roja Alaya kurdî li gelek deverên herêma Kurdistana Sûriye vejandin.

Her wiha encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê,  ev roj vejandin.

Di derbarê vê yekê de,birêz Idrîs Şêx Xelef cîgerê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Em wek xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê îro danê nîvro di roja sêşemê 17.12.2019an de,roja Ala kurdî me vejand bi bilindkirina Alaya Kurdistanê .

Her wiha Şêx Xelef anî ziman û got:”  bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên yên bi ser ENKSê ve”.

Her wiha di destpêkê de 5xulekên bê deng hat sekinandin ji bo rêzdariya Alaya kurdî.
Û piştre mamoste Eşref Elmele bi navê xwecehiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê axifî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdî û rewşa Kurdistana Sûriya bû.

Her wiha gotina Azadiyên Dirbêsiyê jî hat xwendin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko,û gotina wî jî di derbarê dîroka damezirandina Alaya kurdî de bû.

Her wiha Şêx Xelef anî ziman û got : ” hejmarek pir ji Alayên kurdî hat bilind kirin di vê boneyê de “.
Û rojek pir bi nirx bû.
Her wiha Cîgerê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê di dawiya gotina xwe de Pîrozbahoyê hemî  gelê Kurd kir û spasiya hemî kesên beşdar kir.

Wêneyên Boneyê

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.