المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja Alaya Kurdî li Qamişlo hat Vejandin ..

0 62

Duho roja sêşemê 17 ê berçileyê 2019 an, Ençûmena Niştîmaniya kurdî li sûriya, roja Alaya kurdî li Qamişlo vejand .

ev yek bi amadebûna hejmarek ji xelkên bajêr  û herwiha bi hazirbûna Ençûmena Niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl.

Di destpêkê de xuleke bê dengî rewestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre gotin li ser roja alaya kurdî ji aliyê M. “Beşar Emîn “endamê ofîca siyasî ya PDKS ê, û herwiha, M,”Muhsin Tahir” Serokê encûmenên xwecihî ya ENKS ê ve hatina xwendin,
Û di derbarî vê helkeftê de Birêz (Silêman Oso ) endamê destiya serokatiya ENKS ê, ji malpera ENKS ê re anî ziman û got : “Roja alaya kurdî pîroz be li hemû miletê kurd, û weku em tevayî îro dibînin Alaya me ya pîroz tê hildan di hemî merasîmên navdewlatî di kêleka tevaiya alayên cîhanê de, û ev yek dibe cihê şehnazî û kêfxweşiyê”.

û herwiha berdewam kir û got :”

Hêvî dikin armanca kurdan ya sereke bibe yekrêzî û em soz didin ku parastina pirojeya neteweyî û alaya kurdî bikin” .

Û ji rexekî dî ve endama komîta navendî ya PDKS ê M,”Mihemed Seîd Elwadî ” bi boneya roja Alaya kurdî wiha ji malpera ENKS ê re got : ” Ev roja pîroz û ya dîrokî li kurdan pîroz be, ev alaya ku bi destê nemir Qazî Mihemed li komara Mehabadê hate bilind kirin, ev alaya ku pêşmergeyên kurdistanê yên Qehreman bi hizaran canê xwe kirina qurbanî da ku Alaya me bimîna berz û bilind li ezmanên her çar parçeyên Kurdistanê û bibe sembola kurdayetiyê” .

Û herwiha tê zanîn ku  dîroka Alaya kurdistanê pir dirêz e  , ji sala 1918 -1919an dest pê dike dema Desteya Civakî ya Kurdistanî li Istenbolê nexişandin û di gelek Şoreş û raperînan de bilind bûye , û bi destê nemir Qazî Mihemed li Qada çarçira hat bilind kirin ji bo bibe dirûşma berxwedanê, û sembola kurdayetiyê, û ji ber yekê, roja 17/12 an de, her sal miletê kurd seranserî herçar parçeyên Kurdistanê Roja alaya kurdî li bîrtînin, ew alaya ku bi melyonan miletê me xwe kirina qurbanî da ku bimîna berz û bilind..

Wêneyên Boneyê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.