المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Silêmaniyê ya PYK-S salvegera 6emîn ya komkujiya Amûdê bi bir anîn..

0 65

Îro çarşemê 26ê hizêranê 2019an Rêxistina Silêmaniyê ya PYK-S, salvegera 6 emîn ya komkujiya Amûdê bi bir anîn bi vêxistina mûman, û hildana sloganan li kampa Barîka.

Despêkê de xulek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê hat rawestandin, û bi taybetî li ser giyanê pakrewanên komkujiya Amûdê ku bi destên YPG hatin kuştin .

Piştî re Kanîwar Şêxo endamê Komîteya Navendî ya P. Y. K-S bi zelalî axivî li ser bûyera komkujiyê ku 6 kes bi destê hêzên Yekîneyên Parastina gel YPG hatin kuştin.

Şêxo daxwaz kir ku bi awayekî zelal PYD’ê li ser wê şeva reş were cezakirin, û lêborînê ji malbatên pakrewan bixwazin.

Di dawiya axaftina xwe de Şêxo spasiya hemû kesên hazir kir ku ti carî pakrewanên xwe ji bîr nekin.

Ragihandina ENKS ê – Silêmaniyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.