المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AGIRÊ KURDISTANA SÛRIYE HARBÛYE, NÊZÎKÎ 30 GUNDAN KETÎYE ..

0 114

Kêlîk bi kêlîk xelkên Kurdistana Sûriye behsa agirê dijwar dikin, û rojane  gelek zîyanên digihêje cotkarên belengaz li Kurdistana Sûriye, bi taybet piştî danê nîvro agir rû dide, qîrîn û hawara xelkên herêmê bi dilê şewat bandikin derdorê.

Îro di roja çarşemê 26.6.2019an de, agirekî dijwar li gundewarê Dirbêsiyê, Ebûrasên û Serê Kaniyê rûda û harbûna wî cûdabûnek balkêş bû. Nêzîkê 30 gund agir gihişt zeviyên hemwelatiyan û hemûhat şewitandin û ew zevî jî bêhtirîn pirêze bû, Lê ziyanî mezin gihişt welatiyan û agir bi hin xaniyên malbatan ket.
Li gorî şopandina nûçegihanên me ji vî agirê Har, ku agir di van gundan de derbasbûyî û agir bi zeviyên cotkaran ket.

(Mezrê, Sîha, Dikûk, Nofelî, Şêx Fatimê Azîza û Omera, Bîrik, Şerefî, Bişêriyê, Siceq, Ferhiya Bahlo, Sefer, Sifêra, Im Edam, Hemdaniyê, Cideydê, Tel Ebûd, Şora rojava, Şora rojhilat, Mihyaş, Xirbe Dexîl, Koxê Hac Reşîd, Hepo, Goliyê û Salhiyê).
Di derbarê vê yekê de, welatiyekî ji wê herêmê bi navê Ahmed Elberho ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman: “Agir bi zeviyên dehên gundan ket, û ziyanî mezin gihişt welatiyan.

Herwiha Ahmed axaftina xwe berdewam kir û got du xanî Şewitîn li gundê Şêx Fatimê û xaniyek li gundê Dikûkê jî şewitî. Û maşîn û Terektora welatiyekî bi navê Mihemed Îsa Xenso li gundê Şerefiyê Şewitî. Û herwiha Berho anî ziman ku agirê îro pir dijwar bû, Xelkên herêmê pir tirsiyan”,

Herwiha welatiyekî bi navê Hemîd Hac Mûsa, ji gundê Şora rojava ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman: “Agir rojane ye, lê agirê îro pir dijwar bû û xelkên herêmê nizanin ku berên xwe bidin kîjan agirî.

Herwiha Mûsa anî ziman ku li cem me zeviyekî me hîn ceh li dar bû nêzîkî 40 donimî hebû û deh donimê birayê min Yûsif jî şewitî û xaniyê li ser bîra ma me ya deryayê jî agir pê ket “.

Herwiha welatiyekî di derbarê agirê li gundê Koxê Hac Reşîd de, bi navê Ezedîn Ahmed jî ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Agir bi darên zeytonan ket yê Bavê Ebid û zeviyên wan jî şewitîn, lê bi giştî pirêzebûn û agir derbasî sînorê gundên hemxaka wan bû û agir berdewam kir”.

Hêjaye gotinê ku piştî dawîbûna şewata zeviyan li Kurdistana Sûriye, wê çi kar bibe. Ji ber vê yekê divê gelê kurd yên welatparêz di heman demê de Şiyar bin ji bo karên xerab neyên bi kar anîn.

Rapor: ELÎ Fetah

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.