المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina leşkerê Roj û Dezgeha malbatê Şehîdan û Rêxistina Domîz ya PDK-S ê, serdana malbatên şehîdan kirin…

0 297

Di roja sêşemê” 27″ ê, cotmeha” 2020″an, şandek ji rêxistina leşkerê Roj ya bi ser PDK-Sê ve, bi hemahingiyê bi dezgeha malbatên şehîdên Kurdistana Sûriya, û rêxistina Domîz ya PDK-S ê, serdana malbatên şehîdan kirin yên ku li devera Sihêla li gundê Ên Iwêz hejmarek ji pêşmergeyên qehreman canê xwe ji dest dan di şêrê rûbirûbûna rêxistinên terorîst de.

Û herwiha berpirsê rêxistina leşkerê roj û endamê komîta navendî ya PDK-S ê, M,”Hacî Kalo “, di vê boneyê de gotinek pêşkêş kir û têde bi awayekî bi giştî li ser rola pêşmerge û beşdarbûna wan di şerên teroristan de ku canê xwe ji bo doza maf û azadiya miletê kurd dikin qurbanî.

Û herwiha di derbarî salvegera” 3″emîn li ser şehedeta hejmarek ji pêşmergeyên qehreman M,”Hemza Hacî Hacî” , Nûnerê malbatên şehîdan yên leşkerê Roj, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

 

Û herwiha tê zanîn ku di roja “26” ê,cotmeha “2017” di encama şerekî dijwar di navbera Hêzên pêşmerge û Heşda Şe’bî ya Şî’î  li devera Sihêla gundê” Ên Ewêz” hejmarek ji pêşmergeyên qehreman canê xwe kirina qurbanî ji parastina milê û sînorê xaka pîroz ya kurdistanê ji dijminan.

Û herwiha navê wan pêşmergeyan ev in:
– Pêşmerge: Elî Newaf Resûl
– Pêşmerge: Ivan Mihemed Emîn
– Pêşmerge: Ebdelhenan EbdElrehman
– pêşmerge: Rodî Mihemed Salih
-Pêşmerge: Kelhat Hacî Ibrahîm
– Pêşmerge: Mihdî Silêman Omer
– pêşmerge: Aldar Hewas Hiso
– pêşmerge: Cemal Mistefa Ehmed.

Û herwiha di vê derbarê de ev şand wêneyên hemî pakrewanên leşkerê roj diyarî malbatên şehîdan kirin.

Û herwiha ji aliyekî dî ve hêjaya were gotin ku leşkerê Roj xwedan hêzeke bi qiwete û li milê pêşmergeyê herêmê di cengê de beşdar bûn û şer li dijî rêxistina terorîst ên DAÎŞ ê li herêma kurdistanê kirin ji bo berevaniyê di ber parastina Sînorê xaka kurdistanê de bikin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.