المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo civîneke awarte li darxist..

0 110

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, îro roja pêncşemê” 29″ ê cotmeha” 2020 ” an, civîneke awarte li darxist, bi amadebûna serokê xwecihiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman.

Û Di destpêkê de serokê xwecihiyê bi xêr hatina hemû endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di derbarî naveroka vê civînê de M, “Nûredîn Xaşo ” serokê encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

“Ku Îro li ofîsa xwecihiyê civîneke awarte hat li darxistin û têde li ser rewşa rêxistinî baş rawestiyan û xalên giring hatin gengeşekirin”.

Û ji rexekî dî ve Birêz ” Xaşo ” anî ziman :” ku di vê civatê de komît hatin avakirin ji bo pêşketina karê xwecihiyê ber fireh bibe di nav cemaweran de” .

Û herwiha berdewam kir gotina xwe û amaje pê kir ku di civînê de li ser çawaniya pêşxistina xwecihiyê de û çalakirina wê hate behis kirin.

Û herwiha serokê xwecihiyê “Xaşo “di dawiya axaftina xwe de, spasiya hemû endamên xwecihiyê kir li ser pabendbûna wan di berdewamiya kar û xebata encûmena niştîmanî kurdî de.

 

Ragihandina ENKS ê
Ragihandina ENKSê Qamişlo

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.