المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina “Jina Kurdî ya Azad” bi boneya sersalê şahiyek lidarxist ..

0 77


Di bin diruşma (em Aştiyê dixwazin em şer naxwazin) îro rêxistina Jina Kurdî ya Azad şahiyek li bajarê Qamişlo lidarxist , bi mêvandariya Hunermend Îmad Darî û Hunermend Welîd bavê Laleş , divê derbarê de Jinek ji amedebûyên vê şahiyê bi navê “Dilxwaz Hemo” ji peyamêrê me re got :

” Em spasiya rêxstina Jina Kurdî ya Azad dikin li ser vê şahiya sersalê her tim serkeftin ji bo karê wan , sala were bi kêf û xweşî bi ser miletê kurd de were û azadiya kurdistanê em bibînin, Em xatir ji salekê dixwazin û hêviya me ew e ku sala nû sala aştî û aramiyê bi ser gelê cîhanê bi tevahî û bi taybet bi ser gelê me yê kurd bê “. Belê em tev bi hêviya xweşiyê ne di sala nû de . Ji alîkî dî ve jinek kurd bi navê “Sewsen xelef” ji nûçegihanê mere afixî û got :”

Ser keftin ji bo vî karê şahiya sersalê ya ku Jina Azad pê rabûn û sala bê bi kêf û xweşî bi ser kurd kurdistanê re were , û em nema êş û jaran bibînin û sersala nû li gelê me tevan pîroz be , Belê hêviyame ku sala 2019an sala aştiyê û Aramiyê be”.

Leave A Reply

Your email address will not be published.