المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bijîşk Fewaz Hac ibrahîm û nexweşiya kurdûndeyê

0 89


Ji destpêka şoreşa sûrî û ta niha em dibînin ku nexweşî pir bûne li bajarên me kurdan di kurdistana rojava de lewra em dibînin ku dermangahên bijîşka tijî nexweşin û bi gelek awayê nexweşiyê peyda bûne û kesên nexweş herdem berê xwe didin bijîşkên jîr û zana ji bo ku zû ji êşa xwe xelas bibin Ji van nexweşiyên pir nexweşiya kurdûnde bûne ev nexweşiya ku herî bi êşe di warê civaka me de ji ber ku mirov dema dixwaza jiyana xwe ava bike tiştê pêşî di avakirinê de pê goman dibe anîna zaroka ye ji ber vê yekê mexwest em li cem vê pişgirêkê bisekinin û serdana peyamêrê me li cem bijîşkê jinan Fewaz hac ibrahîm hebû û axaftinek baş û giring di vê mijarê de ji me re got

Gelekî mafê miletê me li me heye û ta em karibin em kêmaniyê naxin mafê wan de, Ez hatime xuyanî bi careseriya kurdûnde bûnê û ji ber çûna zarokan . Birastî ev sîh salên min cê bûye di vî karî de û ji min di hat xwestin encamê nexweşiyê em dibin zext û giraniya rênerînên nexweşan debûn ji ber analîz di wê demê de tinebûn ji ber wilo giraniyek bû li ser milê û me gelek caran derman didan ji bo ceribandinê ji bo em zanibin bê gelo veyros heye yan na û gelo cersûm heye yan na û bê goman analîz li cem me tunebûn lê me encamên gelekî baş didîtin di vê riyê de me sedemên nediyar naskirin ji kurdûnde bûnêre û ji berçûbûna zarokan re dîtin û me karîbû nexweşên xwe pê bikhêjin û me karîbû bi xwirtî pêşbaziya navendên cîhanê yên mezin bikin bi encamên xwe û ciqasî ger analîz li cem me tune ne lê bi zanebûn û hişyariyê me nexweşên xwe saxlem kirin û gelek nemûnê me bisedan hene û di nav me de ne û amide ne ji oripa û ji ifrîqiya ku min wan ji êşê xelas kirin û serkeftin. Sedemek ji sedemên ku kurdûne bûn pir bûye ji ber elthapê Infeksiyonê yên ku ji serê sedî sîhin sedemê wê iltîhabatin û sedemên ji berçûya zarokan ew jî ji infeksiyonê û ji nepaqijya derdorê me ye ger ji dûmana ye ya ji mazotê ye û bi jehrîketina xwarinên sebandinên birçîkirî ev tiştana gelekî zirara wan hene ev tev ji awayên giran û nexweş ku bi ser me de hatinin lê ez dixwazim bêjim a ku di dest me deye ew vexwarina çixara ye ji ber zirara wê gelekî heye li ser zilam û encamê wê li jinê vedgere ku zarok ji ber dice Xalekî gelekî girng heya rewşa abûrî ji yên revyayî ji efrînê û yên ji kobanê ku em gelekî li ser wan bixemin tên cem min ez di xwazim ku alîkariyê bi wan re bikim ez kertên belaş didim wan û gelek carî ez kertên berdewamiyê ta ji nexweşiya xwe saxlem bibin ez didim wan , û ez herdem bi çi kesên pêdivîre alîkarim .Belê piştî axaftina bijîşk Fewaz re jinek ji nexwêşn bijîşk bi navê Çinar hindo ji peyamêrê me re da xuyanî û got

min berê xwe dayê dermangeha bijîşk Fewaz ji ber ko bijîşkekî gelekî jîr e û herdem alîkare bi awayê mirovanî bi miletê xwe re û alîkariya wî çîhê rêzgirtinê yê ji ber alîkariyên wî yên taybet bi me re wek rêxistina jina kurdî ya azad re heye ku cara didiwa ye ku kertên belaş dide endamên rêxistina me û ji pêvî wilo ve jî bijîşkekî bi nav û deng e bi karê xwe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.