المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Girkê Legê ya PYK-Sê Refrandoma 25 Êlûnê bi bîr anî ..

0 97

Di roja înê “25” ê, êlûna “2020 ” an, rêxistina Girkê Legê ya Partiya Yekîtiya kurdistanî _ Sûriya,

û ev yek bi beşdarbûna endamên encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Birhik li pêşiya ofîsa Partiya Yekîtî li bajarê Girkê Legê bi şêweyekî kombûnê salvegera sêyamîn a referandoma serxwebûna kurdistanê li bîra xwe anîn..

Û di vê derbarê vê yekê de M, “Sebah Hemdo “, endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina Girkê Legê ya Partiya Yekîtî, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Îro bi helkeftina bîranîna sêyamîn a referandoma serxwebûna kurdistanê li pêşiya ofîsa Partiya Yekîtiyê li devera Girkê Legê ev roja dîrokî me li bîra xwe anî,

wekî piştgirî ji biryara serok neteweyî re “Mesûd Barzanî “, û herwiha biryara Hikûmet û berlemantoya  herêma kurdistanê, ku bi mêranî ev biryara referandomê destnîşankirin”.

Û herwiha M,”Sebah”, gotina xwe berdewam kir û got :

“referandom mafekî rewa ye ji miletekî rewa ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, û di vê rojê de gelê kurd “93” ji sedî gotin er ji bo serxwebûna kurdistanê re”.

Û ji rexekî dî ve anî ziman :” ku li Kurdistana sûriyê mafê me nebû ji dengdanê em dengê xwe bidin, li me bi hemû şêweyan piştgiriya vê biryarê kir weku derketina kolanan û bi bilindkirina alaya kurdistanê de ku kurd miletekî hejmara wan zêdey “Çil” milyon kes e  hêja ye  ku doza maf û dewleta kurdistanê bikin û bi Azadî li ser xaka xwe bijîn”.

Û herwiha wekî tê zanîn ku piştî serkeftina biryara referandomê dijminan pilanên xwe pêk anîn ku li dijî destkeft û pêşkeftinên gelê kurd rawestin, lê miletê kurd her Tim li dûv  doza maf û azadiya xwe ne û herwiha miletekî niştîmanperwer û azadîxwaz in.

Û di dawiyê de M,”Sebah ” anî ziman : ” spasî û silav û rêz ji serok Mesûd Barzanî re, û Hikûmet û berlemantoya kurdistanê re li ser vê biryara mêranî ku standin, û herwiha silav ji pêşmergeyên qehreman û Dilovanî li canê pakrewanan be ku canê xwe ji bo parastina sînorê xaka pîroz ya Kurdistanê ji dijminan dikin  qurbanî”.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di “25” ê, êlûna “2017” an, gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê bi referandoma serxwebûna kurdistanê şanaziyeke dîrokî tomarkirin, û bi rengekî demoqiratî gelê kurd “93” ji sedî erê kirin û piştgiriya xwe ji bo damezirandina dewleta kurdistanê nîşan dan..

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.