المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nifşên nû Referandoma Başûrê Kurdistanê bi bîr anîn , li kampa Berdereş…

0 119

Diho roja înê “26” ê,êlûna “2020” an , li kampa Berdereş ya penaberên Kurdistana Sûriyê li Parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê , çalakiyek hate li darxistin ji aliyê nişteciyên kampê û têde salvegera sêyamîn ya referandoma serxwebûna kurdistanê li bîranîn.

Û herwiha di derbarî vê mijarê de Helbestvan ,”Mesûd Azadî “, endamê komîta Şaxî ya PDKS ê, ji malpera ENKS re ragihand û anî ziman:

” Wek e tê zanîn ku Kurdistan , cih û warê Kurda ye ji lewra ji sedê salan ve Gelê Kurd , xwîna xwe dikin qurban ji bo xaka pîroz , herwiha can gorî Welatê xwe dikin,  ji ber ku Kurdistan cihê omîd û hêviyê Kurda ye ,

gelek comerd û merd xwe fida dikin ji bo wê , belê hemû cîhan bi vê yekê dizanin û em hêza Pêşmergên Qehreman dibînin ku çawa berevaniyê dikin di ber vê xaka pîroz de û nexasim di vê dawiya vê rewşê de li beramberî Da’işê de ji lewra em tevahî  vê xakê hez dikin,

belê gava ku ev giştpirsîna Kurdistanê hat kirin anku Referandom bi destê Serokê dilêr û Qehreman ( Cenabê Serok Mesûd Barzanî ) gavek e di cihê dilxweşiyê bû ,

bo hemû Gelê Kurd li seranserî cîhanê ji ber vê yekê , tevahiyê Kurdan ji pîr , zarok , qîz , xort , bav û kalan ev roj wek e dîrokekê bê hempa dibînin herwiha dibînin ku ev roj rojek e efsanî ye bo wan roja Referandomê ji ber ku ji sed ên salan ve bi gişt î li hêviya vê roja hêja bûn belê ; Dixwest in ku ew jî bighêjin azadiya xwe mîna Gelê Cîhanê û bibin xwedî Komarek e serbixwe ji lewra wek e vê rojê , di vê dîrokê de 3 sal li ser vê helkeftinê derbas dibe ku bi destê Serok Barzanî hat dest pê kirin û herwiha wê bi destê wî jî wê bighêje serî bi saya yezdan û bi hêza Pêşmerg ên Qehreman”..

Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Mesûd “, berdewam kir  :

” Belê ji ber vê yekê îro li Kampa Berdereşê ji bo vê rojê hin zarok û mendal ên Rojavayê Kurdistanê li Kon ên xwe ev roj bi bîranîn bi alav ên xwe sadeyî bi hin kaxez û pênûsan dest pê kirin bi rakirina Alaya Kurdî ya ku hezar ên Pakrwanan bûn e qurban di bin siya wê de ,

bi dêmek î geş , bi rûyek î girnejîn û bi dilek î xweş dest pê kirin ji ber ku ta zarok ên me di zikmakiya xwe de hezkirina Kurdistan di dilê wan deye ji ber vê yekê ev çalak î ji xelkê di Kampê de hat bi rêve birin ,

xwestin vê rojê di bîr de bînin bi dilê xwey coşîn , wan wek e mafek î neteweyî û işqeka welat perwer î ev kar kirin bi piştevaniya viyana dilê xwe hişt in ku ev zarok vî karî bikin bo Referandoma Kurdistanê , kêliyek e xweş e dema ku em bibînin zarok rêça bav û kal ên xwe bigrin û hez kirê xaka xwe bin ji ber vê yekê ez bi kesayeta xwe wan spas û dest xweş dikim li ser vî karê sade û bi çûk lê bi dilek î mezin û dagirtî hez kirin û neteweyî dest pê bû ,

ev jî hêja ye ku mirov her û her behs bike û têde kêfxweş be , di dawî de , spas ji bo keda van zarok ên hêja û delal herwiha bo hemû Malbat ên wan î netew nas , hêja ye gotin ê ku ez bibêjim jî em li hêviya Serxwebûnê ne ta ku em jî bighên maf ên xwe mîna vê ( Cîhana Mezin ) Wê ev roj bê nêzîk e ne dûr e bi destê Serok Barzanî jî wê bi dawî bibe ,

spas ji bo Kurdan ku bi dengê xwe û xwîna xwe deng dan herwiha , spas bo Serokê me Barzanî jî ku omîda me bi cî anîn û ber dawî bike , spas bo we jî û vê hevpeyvîna xweş “..

Û herwiha hêjaya were gotin ku di “25” ê, êlûna, “2017”, an, gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê bi referandoma serxwebûna kurdistanê şanaziyeke dîrokî tomarkirin, û bi rengekî Demoqiratî gelê kurd” 93″ ji sedî erê kirin û piştgiriya xwe ji bo damezirandina dewleta kurdistanê nîşan dan..

Wêne ji boneyê

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.