المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa Dawî ya Korona li Sûriya û li Cîhanê ..

0 72

Rojana hejmara tûşbûyan bi Veyrûsa Koronayê li Sûriyê zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya wezareta saxlemiyî ya Sûriyê hatî ragihand di 24 demjimêrên derbasbûyî de ku “20” kesê din bi koronayê ketine, û ev yek di dema hatine hejmarek ji welatiyên Sûriyê yên li derveyî welat di nav wan de 20 kes tûştî koronayê hatibûn, ji wan 3 kes ji Sûdan ê, û 1 ji Imarat û 1 ji Rûsiyayê, û 15 ji kuwêtê bûn , ku Îro gihiştbûn Sûriyê.
Û herwiha bi vî awayî heya niha hejmara pêketiyan bi koronayê li welatê Sûriyê gihiştiye “106 ” kesî, ji wan” 41 “, başbûna û “4” jiyana xwe ji dest dan.

Û herwiha li gorî agahiyên dawî yên zanîngeha “Johns Hopkins ” ku hejmara pêketiyan bi koronayê li seranserî cîhanê gihiştiya “5.464.111 ” kesî , û herwiha yên jiyana xwe ji dest dan “340 hezar “, kesî derbas kiriya .

Û herwiha ji rexekî dî ve Zanîngeha “Johns Hopkins”, diyarkir ku hejmara herî zêde ji pêketiyên bi nexweşiya Koronayê li Amerîkayê hatiye tomarkirin, ku heya niha li wî welatî gihiştiya “1,600,000”, kes,
Û herwiha ji wan “97,495” kes ji ber vî Veyrûsî jiyana xwe ji dest dana.

Û tê zanîn ku gelek welatên cîhanê ji sedema belavbûna koronayê dibin qedexeya hatûcûnê de ne û pabendî rêkarên rêgirtinê û rênimayên xweparastin û tendrustî dibin..

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.