المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hêviyên Xelkê Qamişlo di Yekemîn Roja Cejnê de ..

0 79

Îro Roja yekşemê” 24 “ê, Gulanê, wek roja yekem e ya cejnê li seranserî kurdistanê hat ragihand, û di vê derbarê de xelkên bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê bi kêfxweşî û şahî û bi pîrozbahî pêşweziya cejna remezanê dikin.

Herwiha weku hersal di roja cejnê de serê sibê hemwelatiyan berê xwe didin mizgeftan ku nimêja cejnê bikin, û piştre seradana goristanê dikin û fatîhê li ser gorê wan dixwînin.

Di heman demê de zarok jî li kolanan digerin û diçin mal bi mal û bang dikin ( Sibe we bi xêr cejna/Eyda  we pîroz be), û cejn bi coş û geş dibe bi kêfxweşiya zarokan.

Û herwiha di derbarî vê roja pîroz de hemwelatiyên bajarê Qamişlo ji Nûçegihanê me re gotin derbarê vê Rojê û Hêviyên xwe dane xuyakirin ew jî ev bûn :

– pîrozbahiya miletên misilman kirin bi hatine cejna remezanê û kêfxweşiya xwe jî diyarkirin û herwiha li malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz dikin,

– û ji rexekî dî ve her berdewam kirin hêvî dikin ev nexweşiya Koronayê ji nav miletên cîhanê bar bike û  dawî lê were ,

– û hemû boneyên xwe bi aramî û aştî û xweşî derbas bikin, û herwiha her kesekî ji derveyî welat û êdî tenê bi rêya Internêtê peywendiyê li gel hev dikin hêviya me cejnên werê her kes li welatê xwe vegera û cejna xwe di nav malbat û dost û hevalên xwe de bikin û bi yekrêzî û wekhevî bi hevre jiyaneke xweşî û şahî bikin dûrî xem û azaran…..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.