المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa Aborî bandoreke xirab dike ser Jiyana Welatiyan li Kurdistana Sûriya..

0 67

Ji destpêka kirîza sûriyê ta niha welatiyên Kurdistana Sûriyê rastî gelek zehmetiyan bûn،  ji hemû aliyên rewşa jiyanê ve ، bi taybetî aliyê rewşa aborî ku bûye sedema sereke ji belengazî Hejariya welatiyan

û ev yek ji sedema bilindbûna nirxê Dolar li hemberî daketina lêreya sûrî ku bandoreke nerênî û mezin li ser Jiyana xelkê kiriye,  derbarî buhabûna nirxê hemû alav û pêdevî xwestekên jiyana welatiyan yên rojane .

herwiha welatiyên bajarê Qamişlo gazin û nerînên xwe derbarî mijara rewşa aborî û buhabûnê, ji malpera ENKS ê re diyarkirin , welatiyek dibêje :

“Ku rêjeya hejarî û belengaziyê li seranserî Sûriyê û bi taybetî Herêmên kurdî pir zêdebûye ji sedema kêmbûna kar û herwiha bilindbûna nirxê Dolar ku bandorê li ser buhabûna nirxê hemû alav û kelûbelan dikin”.

Û herwiha herî dawî gazinên xelkê ji rûdana kirîza Nan û Xaz û ku beşekî mezin ji welatiyan astengiyan dibînin ji kêmbûna Avê taybetî ji birîna eletrîka niştîmanî û buhabûna nirxê ampêran ku ta niha tu çareserî jê re nehatiya dîtin.

Û ji rexekî dî ve welatiyekê koçber ku ji Serê Kaniyê ji ber rewşa şer berê xwe daye bajarê Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand :

” roj bi roj rewşa aborî ber alozbûnê ve diçe û êdî gelek zehmetkêşiya em dibînin di debara dabînkirina pêwîstiyên jiyana xwe ya rojane,  da weku kirîna xwestek û pêdeviyên malê “.

û herwiha ji rexekî dî ve amaja pê kir ku kirya Xanî û eletrîkê yên mehane dibe barekî giran,

û berdewam kir di gotina xwe ku ji bilî koçberiyê û rewşa xirab tu alîkarî ji rêxistinan nabînin.

Û êdî ji vê yekê xelk berê xwe didin bazarên demkî ku bi “bazara erebokan yan jî bazarên gelêrî tê naskirin de ku pêdeviyên xwe ji alav û kerestên xwarinê û şînahiyê rojane bi nirxekî erzantir bi dest bixin,

û tê zanîn ku ev bazar li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê her roj tên danîn û tevlîheviyeke mezin di ve bazaran de çêdibe û herwiha tevgera welatiyan pir çalak e dibe ji bazara bajêr .

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.