المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 59

di roja sêşemê 2.2.2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê, ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li ofîsa xwecihiyê li Amûdê li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Piştre li ser lîsta kar gengeşe kirin.
Her wiha rewşa rêxistinî hat gengeşe kirin,

di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de.

Herwiha civatê rewşa siyasî gengeşe kir, û di derbarê wê de,hemû bûyerên siyasî yên nû anîn ziman û li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî,bi awayekî berfire rawestiyan.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.