Rêxistina jin û Zarokatiyê ya bi ser Partiya Yekîtiya kurdistanî – Sûriya, li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo roja cîhanî ya jinê vejand..
Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji rêxistinên jinan û bi beşdarbûna koma Xelat a huner û filklora kurdî ..
Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û herwiha Nisrîn Çeto endama komîteya siyasî ya partiya PYK-Sê , gotinek pêşkêşkir û têde bi giştî rola jinê û giringiya wê di civakê de û xizmet û kar û xebata wê di hemû warên jiyanê de taybetî di vê qonaxa hestiyar de anî ziman..
Û herwiha hin helbest ser roja jinê ji aliyê beşdaran ve hate pêşkêşkirin û çend stran ji aliyê koma xelat ve hatin gotin…
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo..Hêvî Delî