المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja Cîhanî ya Jinê 8ê Adarê li Qamişlo jî hat pîrozkirin ..

0 101

Îro roja Sêşemê” 8 ê “, Avdara “2022” an, Ofîsa Jinê ya girêdayî ENKSê ve, li bajarê Qamişlo bi boneya roja jinê ya cîhanî li ofîsa Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ya Rojavayî Qamişlo demjimêra 3ê piştî nîvro ahing û şahiyek bi coş û fireh li darxist.

ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer û rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.

aheng destpêkir bi  xuleke bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir li gel sirûda neteweyî (Ey Reqîb),

Piştre gotina Ofîsa Jin û zarokan ya ENKSê ji aliyê M,”Nisrîn Çeto, ve hat xwendin..

Û di derbarê vê helkeftinê de jineke beşdar di ahengê de bi navê “Şêrîn Elî ”, ji malpera ENKSê re ragihand û wiha anî ziman :
” Em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîrozdikin, wek tê zanîn her sal roja jinê ya cîhanî “8 ê ” Avdarê bi aheng tê vejandin li hemû deveran, wek rêzgirtinekê ji jinê re û bi taybetî jina kurd û rola wê ya berz di Kar û xebatê de, di hemû warên civakî û çandî de,”taybet di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibe li kurdistana Sûriyê ..

Û herwiha di vê aheng de Helbest û Dîlan û stran ji aliyê koma ( Narîn) ve, hatin pêşkêşkirin…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.