المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: ENKS ê roja jinê ya cîhanî şahî kir..

0 84

Îro roja înê 8ê avdarê 2019an nîvîsgeha karûbarên jin û zarokan ya encûmena niştîmanî kurdî bi alîkariya encûmenên xwcehî li Qamişlo roja jinê ya cîhanî li darxistin bi şahiyek berfireh û bi amedebûna serkirdeyên encûmenê û hejmarek mezin ji milet û jinan.

Destpêkê de demeke bê deng li ser giyanê pakrewanan hat rawestandin û program hat berdewam kirin bi du gotinan bi navê encûmenê gotina kurdî hate xwendin ji aliyê endama emîndariya giştî Yusra Zibêr û gotina erebî ji aliyê endama nivîsgeha siyasî ya partiya Yekîtî Kurdistanî Nisrîn Çeto, û piştî gotinan şahiyê ji aliyê koma Xelat û koma Narîn hat berdewamkirin.

Di vê derbarê de jineke ji amedebûnan bi navê Zerîfa Mihemed ji peyamnêrê m ere got: “Daxwaza me jinan ku rojê me tev xweşî û şahî bin û ez roja jinê ya cîhanî li jinan hemiyan pîroz dikim”.

jinek din bi navê Dilxwaz Hemo endama rêveberiya koma Xelat ji peyamnêrê me re wisa got: “Em vê rojê li jinan hemiyan pîroz dikin daxwaza me ku jin bi rola xwe bêhtir rabe bi azadî û serbestî”.

Amedekirin: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.