المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amedekariyên Encûmena xwecihî ya taxa Xerbî ji bo çalakiyên Avdarê..

0 75

Encûmena xwecihî ya taxa Xerbî îro Înê 8ê Avdarê 2019an civînek li darxistin ji bo amedekariyên bûyerên avdarê.

Destpêkê de kêlîkek bê deng li ser geyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê hat rawestandin, û piştre dest bi gotûbêjan hate kirin, ku roja 9ê avdarê katjmêr 12 wê serdana gora hunermendê Kurd Mihemed Şêxo bikin, û 11ê heyvê êvarî wê mûma li hêjiya Mûnîr Hebîb vêxînin, û 12ê avdarê katjmêr 10:30 ê sibehê wê civandin li Hêjî ya Qermotî be û ji wir wê derkevin li ser mezarê şehîdan piştî ku 5 xulekan bê deng li ser giyanê pakrewanan rawestin ku demjimêr 11 destpê dike.

Roja 14ê heyvê roja zayina nemir Mele Mistefa Barzanî, Roja 16ê heyvê katjmêr 11 demek bê deng li ser giyanê pakrewanê Helebça rawestin, 20ê heyvê êvarî wê şahî hebin, 21ê avdarê roja cejna Newrozê wê li mizgeftê bê li darxistin.

Di vê derbarê de serokê encûmena xwecihiya xerbî Mihemed Eyo ji peyamnêrê me re got: “Em amedekariya çalakiyên avdarê dikin, ku çawa em ê karibin rojên wê vejînin û programê xwe em amede dikin ji rojên bê re, li gel hêviyên me ku meletê me kurd nema êş û azaran bibîne.

Endama encûmena xwecihiya xerbî Xaliya ca Mesûd ji peyamnêrê me re wisa got: ” Belê ev avdara me kurda ye bi xweşî û narvîna me xemgîn, daxwaza me ew e ku rojên nexweş di avdarê de em ne bibînin û herdem em kar bikin di vê heyvê de bi kêf û xweşiyê de”.

Amedekirin : Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.