Home / Çalakî / PANORAMA MEHA AVDARÊ..

PANORAMA MEHA AVDARÊ..

Meha Avdarê giringî û taybetmendiyeke wê li cem gelê kurd heye, ku gelek bûyerên cûr bi cûr di vê mehê de hatine rûdan, hin ji cihê kêfxweşiyê ne, û hin ji cihê serfiraz û azadî û serbilindiyê bûn , û herwiha hin ji cihê êş û Şîn  û dilxemgîniyê bûn , û herwiha ev bûyer ev in :

_ 1ê ” Avdarê sala “1979” an koçbarkirina dawî ya bavê netewa miletê kurd “Mela Mistefa Barzanî” li nexweşxaneya “George Town” li Emerîka, û li gundê Şino yê Rojhilatê kurdistanê hat bin axkirin û sala 1993an termê wî hat veguhestin ji bo devera Barzan.

_”3 ê” Avdarê sala “1937” an, şoreşa Dêrsimê li Bakurê kurdistanê bi pêşengiya “Seîd Rida hat vêxistin “.

_”7 ê” Avdarê sala “1921 ” an, rabûna şoreşa” Şêx Seîd Pîran ” li Bakurê kurdistanê.

_”8 ê” Avdarê, roja cîhanî ya jînê.

_”9 ê” Avdarê sala “1989” an,koçbarkirina dawî ya hunermendê kurd yê navdar” Mihemed Şêxo “.

_”12 ê” Avdarê, bîranîna serhildana gelê kurd li kurdistana Sûriyê li dijî Stemkar û zordariya rêjîma Be’s ( Raperîna Qamişlo).

_”14 ê” Avdarê sala “1903 ” an, roja jidayîk bûna Mela Mistefa Barzanî, li gundê Barzan yê Başurê kurdistanê.

_”16 ê” Avdarê sala “1988”, an,dema bombarankirina bajarê Helebça bi bombeyên kîmawî ji aliyê rêjîma tûndrew û dîktator ya” Sedem Hisên “.

_”20 ê” Avdarê sala “2015 ” kumkujiya şeva Newrozê li bajarê Hesekê , 20 Adara 2008 komkujiya BajarêQamişlo .

_”21 ê ” Avdarê cejna neteweyî ya gelê kurd “Newroz ” û destpêka sersala nû ya kurdan.

_”24 ê” Avdarê sala “1993 ” an, agir bi zindana Navendî ya bajarê Hesekê ket, û di encamê de bi dihan Kes bûna qurbanî û piraniya wan kurd bûn.

_”31 ê” Avdarê sala “1947” an, darvekirina pêşewa” Qazî Mihemed “…

Û hêja ye were gotin ku her sal miletê kurd van rojan çi yên xweşî û çi yê xemgînî  di vê mehê tên vejandin  ..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

XWEDIYÊN AJALAÊN GIYAXWAR JI NIHA DE KETINE METIRISYÊ JI BER KÊMBÛNA ÊM ..

Wek tê zanîn,îsal salek zwayî ye û hişk e ku  bi ser xelkê de hatiye,ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *