المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ofîsa çand û ragihandinê û herwiha Ofîsa çalakiyan ya rêxistina Rojhilatî Qamişlo ya PDK-S ê, civînek li darxist..

0 90

Di roja înê “26”ê sibata 2021″an, ofîsa çand û ragihandinê û herwiha ofîsa çalakiyan ya rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDK-S ê, civînek hat li darxistin û ev yek bi amadebûna berpirs û endamên ofîsê.

Û di derbarî naveroka vê civînê de M,”Lava Delî “, endama komîta herêmî û berpirsa ofîsa ragihandinê ya PDKS ê, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :
” Îro li ofîsa rojhilatî Qamişlo me civînek li darxist û têde bi awayekî berfireh li ser helkeftên heyva Adarê û amadekirina li darxistina çalakiyan bi rengekî serkeftî ku were li darxistin gotûbêj kirin .

Û herwiha di civînê de li ser amadekariyên ofîsa çalakiyan ji bo vejandina salvegera “1” emîn ya koça dawî ya hunermendê kurd” Seyîd Yûsif ” baş gengeşekirin.

Û herwiha di derbarî vê civînê de xalên giring derbarî pêşketina ofîsa çand û ragihandinê û herwiha li ser mijara li darxistina çalakî û semînaran de rawestiyan û gotûbêj kirin û pêşinyarên xwe jî diyarkirin”..

Û herwiha tê zanîn ku ofîsa çand û ragihandinê berdewam e di kar û xebata xwe de û ev yek derbarî pêşxistina rola wê di nava civakê de .

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.