المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA KARÛBARÊ ENCÛMENÊN XWECIHÎ BI ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ RE CIVIYA.

0 56

Îro roja pêncşemê 11.2.2021ê de,piştî danê nîvro, ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî ya bi ser ENKSê ve, bi serokatiya serokê ofîsê, mamoste Mihsin Tahir
Û herdû endamên ofîsê mamoste Mahmûd Hac Elî û mamoste Ebdulbaqî bavê Ciwan, hevdîtinek bi encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve li darxistin.

Herwiha di destpêkê de,serokê xwecihiyê mamoste Eşref El-mela bi xêrhatina hemû endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecîhî kir.

Û piştre hin mijarên siyasî û rêxistinî hatin gengeşe kirin.

Herwiha mamoste Mihsin Tahir di vê hevdîtinê de,kar û xebata ENKSê bi awayekî rasteqîne rol û piroja wê şirovekir.

Herwiha hemû bûyerên herî dawî yên siyasî hatin gengeşe kirin û di derbarê rewşa kurdî de,tekez bû li ser giringiya yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ya ku ji xeynî wê tune ye,Heta ku gelê kurd ji hemû aliyan bê parastin.

Herwiha Tahir bi awayekî berfire rawestiya, li ser rewşa rêxistinî di derbarê liv û tevgera xwecihiyê de,heta ku bi awayekî sererast bê pêxistin.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin,ji aliyê hemû endamên xwecihiyê yên beşdar hatin gengeşekirin.

Di dawiya civatê de,mamoste Mihsin Tahir spasiya endamên xwecihiyê kir li ser kar û xebata wan ya bi nirx.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.