المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ SERÊ KANIYÊ CIVÎNEK AWARTE BI BEŞDARBÛNA M. MIHSIN TAHIR LI DARXIS..

0 60

Bi vînek xurt û bihêz  di roja pêncşemê 11.2.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarê Serê kaniyê li ofîsa xwecihiya bajarê Amûdê civînek awarte bi beşdarbûna serokê karûbarê encûmenên xwecihî ,mamoste Mihsin Tahir û bi beşdarbûna herdu endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî mamoste Mehmûd Hac Elî û mamoste Ebdulbaqî bavê Ciwan li darxistin .

Di derbarê naveroka civatê de,serokê xwecihiya bajarê Serê Kaniyê yê berê mamoste Îsa Hac Taha ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

” Me wek xwecihiya bajarê Serê Kaniyê îro di roja pêncşemê 11.1.2021ê de, li ofîsa xwecihiya bajarê Amûdê bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve civînek awarte li darxist .

Di destpêkê de Xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan û piştre mijarên giring me gengeşe kir.

Herwiha civatê rewşa rêxistinî ya xwecihiyê baş gengeşe kirin”.

Herwiha mamoste Îsa Hac Taha got jî :

” Civatê hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bigiştî anî zima. Herwiha civat rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya, Û beşdaran tekez kirin li ser berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wê ji bo xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriya”.

Di dawiya civatê de,serokekî nû û 2 cîger hatin hilbijartin.

Ehmed Isma’îl  BÛ Serokê xwecihiya Serê Kaniyê.
Ebdurezaq Hiso cîger
Firyal Mihemed cîger

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.