المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA JINÊ YA ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI BAJARÊ DIRBÊSIYÊ LI DARXIST..

0 74

Di roja şemiyê 8.2.2020,an de,ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî bi beşdarbûna hemû endaman li darxist.

Di derbarê naveroka civînê de,seroka ofîsa jinê Wezne Osê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata me ya ofîsa Jinê ya encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, ya yasayî bû,û bi beşdarbûna hemû endaman bû û rewşa rêxistinî ya ofîsa Jinê gengeşe kir,ta bi çi awayî ofîsa jinê pêşkeve û fireh bibe û tevlêbûna hin ji endaman yên xwedî pispor û zanist ji bo rewşa rêxistinî pêş bikeve “.

Her wiha mamosta Wezne Osê,axaftina xwe berdewam kir û anî ziman:

“Civat li ser rewşa siyasî jî,rawestiya û bûyerên herî dawî yên siyasî di derbarê rewşa herêmên Kurdî de gengeşe kirin:”

Û di derbarê Destpêşxeriya Mezlûm Ebdê  got:

“Civîn li ser destpêşxeriya birêz Mezlûm Kobanî,erênî dîtin ya di derbarê yekrêziya Kurdî de, Û ji aliyekî dî jî civîn  kêfxweşiya xwe dan xuyakirin di derbarê vekirina ofîsên ENKSê de û partiyên bi ser wê ve”.

Her wiha mamosta Wezne Osê di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got:

“Civîn di dawî de, tekez kir li ser çareseriya hemû nakokiyên aliyên siyasî,ji bo dosaya gelê kurd , Û berjewendiyên giştî yên gelê kurd li ser hemû berjewendiyan bigrin”,

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.