المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Enksê em jibo yek helwesta kurdî amede ne

0 79

Îro danê sibehê li bajarê Qamişlo emîdariya giştî ya encûmena niştîmanî kurdî civata xwe ya asayî li darxist bi amedebûna desteya serokatiya encûmenê , civata îro bi awayekî berfireh li ser kar û barê encûmenê di dema bûrî de rawestiya û bi taybetî civînên komîteya peywendiyên derve ya girêdayî encûmenê û hevdîtinên wê komîteyê bi aliyên navdewletî û herêmî re , û her wiha hevdîtinên bi kilwalisyonê re , li aliyekî di wekû go endamê desteya serokatiyê Silêman Oso da diyarkirin di civata îro de bi berfirehî li ser biryara vekirina ofîs û baregehên encûmenê û her wiha patriyên wê hate gotûbêjkirin û gavên kû di pêşerojê de bên avêtin jibo yekrêziya kurdî û çawaniya avakirina baweriyê di nava hemû aliyên siyasî de ,û her wiha Oso da diyar kirin ku encûmena niştîmanî kurdî her dem amedeye jibo çi gavekê ku têkeve xizmet û bejewendiya miletê kurd de û her wê encûmen jibo yek helwest û yek rêziya kurdî kar û xebatê biki.

Leave A Reply

Your email address will not be published.