المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ LI HEWLÊRÊ BEŞDARÎ PÊŞBAZIYA DAWÎN YA LÎGA ROJAVA BÛ.

0 84

Di roja Îniyê 1.4.2022an de, şandeke Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê beşdarî pêşbaziya dawî ya lîga Rojava bû.

Herwiha şanda nûnertiyê ji Dr.Kawa Azîzî, serokê nûnertiyê, û birêz Raman Mele û birêz Ebdulezîz Welîka endamên nûnertiyê pêk dihat.

Di destpêkê de, ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre mêvan û komîteyên werzîşê yên ji wargehên cûrbecûr û hundirê Hewlêrê hatin pêşwazîkirin

Herwih gelek gotin hatin pêşkêş kirin, ji wan: Axaftina serokê nûneratiyê Dr.Kawa Azîzî, bû herwiha di derbarê axaftina xwe spasiya komîteyê amedekar kir, û ji bo piştgirîkirina van enerjiyên ciwanan diyar kir, herwiha tekezî li ser damezrandina tîmeke niştimanî ya Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê kir, ku hemû lîstikvanên Herêma Kurdistanê têde bin.

Û di dawiyê de, xelat li tîmên sporê hatin belavkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.