المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Liv û tevgera bazara Qamişlo bi hatina Meha Remezanê baş bûye digel gilî û gazinên hemwelatiyan ji bilindbûna buhayan.

0 67

Bi helkefta hatine meha Remazanê ya sala 2022an, xelkên bajarê Qamişlo ya kurdistana Sûriyê amadekariyên xwe dikin ji bo dabînkirina xwestek û pêdeviyên meha Remazanê ..

Û di derbarê hatine meha Remazanê de tevgera xelkê di nava bazarê de zêde bûye , lê ji aliyekî din ve her gilî û gazinên xwe ji bilindkirina nirxan diyardikin bi taybet di vê rewşa aborî ya zehmet ku hemwelatî têde derbasdibin li kurdistana Sûriyê…

Û herwiha ji nêzîk ve rewş û tevgera welatiyan û kirîn û firotina di nava bazarê de li Qamişlo malpera ENKSê nêrînên hemwelatiyan şhopand :

Û her li ser vê mijarê bazirganiyek di nava bazarê de ji ragihandina ENKSê re anî ziman: Ku ger û tevgera xelkê di nava bazarê de baş e ev yek bo kirîna kelûpel û kerestên xwarinê û pêdeviyên pêwîst ji Meha Remazanê ..

û herwiha tê zanîn ku rewşa aborî ya zehmet li kurdistana Sûriyê êdî bûye sedema sereke ji hejarî û belengaziya welatiyan….

Û ji aliyê xwe ve hemwelatiyên bajarê Qamişlo kêfxweşiya xwe dane xuyakirin bi helkefta hatine meha Remazana pîroz, û ji rexekî dî ve gilî û gazinên xwe diyarkirin ku rêjaya bilindbûna nirxê hemû alav û kerestên pêwîst zêdebûye û taybetî bi hatine Remazanê ev yek dibe cihê nerazîbûna hemwelatiyan..

Û ji vê yekê xelk alozî û astengiyan dibînin derbarê bidestxistina xwestekên jiyana xwe ya rojane …

Û her hêvî û omîdên wan ew e ku meha Remazana pîroz ser hemû miletên misilman bi aramî û xweşî derbas bibe…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.