Li ser vexwendina Komîteya Amadekar, di roja Pêncşemê 5.5.2022’an de,şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê beşdarî xebatên kongireya damezrandina Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl-Kurdistana Sûriyê li Hewlêrê bû.
Herwiha Şanda nûneratiyê ji: (Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê, Newaf Reşîd, Reşad Silêman, Raman Mele, Fadil Delî, Ebdulezîz Welîka) endamên nûnertiyê pêk hatibû.
Û bi amadebûna nûner û serkirdên partiyên Kurdî û Kurdistanî û kesayetiyên civakî û akademîk.
Herwiha gelek gotin hatin pêşkêş kirin, ji wan axaftina serokê nûnertiyê Dr.Kawa Azîzî axaftinek kir û
di derbarê wê de, wî bal kişand ser rêxistinên civaka sivîl ku çalakiyên wan dilxwazî, ne-qezenc in, ku peywira wan ew e ku xizmetên belaş pêşkêş bikin, piştgirî bidin perwerdehiya serbixwe, parastina mafên mirovan û xwedî armancên çandî, zanistî, edebî û xêrxwazî ne ku ji bo berjewendiyên giştî dixebitin.
Taybetmendiyên herî girîng ên rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe:
Yekem: Serxwebûna ji hikûmet, desthilatdarî û partiyan.
Duyem: Serxwebûna ji sektora taybet, şirket, sazî û hwd.
Di dawiyê de spasiya hemû kesayetî û nûnerên partiyên Kurdî û Kurdistanî ji bo beşdarbûnê hat kirin.
Jêder: Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah