المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê BEŞDARÎ KONGIREYA DAMEZRANDINA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL-KURDISTANA SÛRÎ BIBÛ.

0 127

Li ser vexwendina Komîteya Amadekar, di roja Pêncşemê 5.5.2022’an de,şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê beşdarî xebatên kongireya damezrandina Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl-Kurdistana Sûriyê li Hewlêrê bû.

Herwiha Şanda nûneratiyê ji: (Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê, Newaf Reşîd, Reşad Silêman, Raman Mele, Fadil Delî, Ebdulezîz Welîka) endamên nûnertiyê pêk hatibû.

Û bi amadebûna nûner û serkirdên partiyên Kurdî û Kurdistanî û kesayetiyên civakî û akademîk.

 

Herwiha gelek gotin hatin pêşkêş kirin, ji wan axaftina serokê nûnertiyê Dr.Kawa Azîzî axaftinek kir û

di derbarê wê de, wî bal kişand ser rêxistinên civaka sivîl ku çalakiyên wan dilxwazî, ne-qezenc in, ku peywira wan ew e ku xizmetên belaş pêşkêş bikin, piştgirî bidin perwerdehiya serbixwe, parastina mafên mirovan û xwedî armancên çandî, zanistî, edebî û xêrxwazî ​​ne ku ji bo berjewendiyên giştî dixebitin.

Taybetmendiyên herî girîng ên rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe:

Yekem: Serxwebûna ji hikûmet, desthilatdarî û partiyan.

Duyem: Serxwebûna ji sektora taybet, şirket, sazî û hwd.

Di dawiyê de spasiya hemû kesayetî û nûnerên partiyên Kurdî û Kurdistanî ji bo beşdarbûnê hat kirin.

Jêder: Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.