المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA KONFERANSA ASAYÎ YA RÊXISTINA HESEKÊ YA PARTIYA YEKÎTIYA DEMOQRAT A KURDISTANÎ.

0 82

Rêxistina Hesekê ya Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistanî di 15.7.2022an de, li bajarê Hesekê bi amadebûna endamên komîta berê ya herêmê û nûnerên şaxan û tîmên partiyê û di bin çavdêriya şandeke desteya serkirdayetiyê bi serokatiya M.Nîzamedîn Eyûb endamê komîta siyasî û M. Şukrî Elî û Fewaz Benko endamên desteya serkirdayetiyê konferansa xwe ya asayî lidarxistin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê û şehîdên azadiya Sûriyê dest pê kir û piştre jî mamoste Nîzameddîn li ser pêşhatên siyasî û pêşhatên dawî yên li herêmê

û gefên dubare yên Tirkiyê li ser navçeyên kurdî, û helwesta partiyê li ser wan, gotarek siyasî ya berfireh pêşkêş kir.

Piştre li ser giringiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, bihêzkirina rola wê di vê qonaxê de û amadekariyên berdewam ji bo lidarxistina kongireya xwe ya çaremîn di hefteyên bê de axivî, û pesna rola bibandor ya hevalên rêxistinê û çalakiyên wan ên binavûdeng . ji bo pêşdebirin û bilindkirina performansa partiyê ji bo xizmeta doza gelê Kurd hewleke cidî ye nîşan dan.

Herwiha Paşê rapora rêxistinî ya komîteya Herêmî hat xwendin û amadebûyan bi destwerdanên xwe yên hêja, bîr û rayên çêker û pêşniyarên xwe bi armanca geşkirin û xurtkirina rola partiyê di hemû astan de konferans dewlemend kirin.

Di encamnameyê de konferans bi rengekî serketî bi dawî bû û bi helbijartina komîteyek Herêmî û komîteyên Şaxan bi coşeke bilind a rêhevaltiyê bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.