المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amûdê : Yekîtî Kurdistanî çilrojiya têkoşer Ebdulmusin vejand

0 93

Bîranîna çilrojeya têkoşer bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê têkoşer û giyanê hemû pakrewanên Kurdistanê, bi xwendina wêneyê Fatîhê û danîna gulan li ser gora wî dest pê kir.

Herwihs Axaftina Partiya Yekîtî ji aliyê sekreterê partiyê M. Silêman Oso ve, hat pêşkêşkirin û tê de behsa rola têkoşer, di têkoşînê de kir û tekez kir ku wê ruhê wî di nava rêhevalên wî de nemir bimîne.

Herwiha malbata Têkoşer ji aliyê xwe ve, spasiya dilsoziya partiyê kir.

Hêjayî gotinê ye, ku Têkoşer endamê rêxistina Amûdê ya partiya PYK-Sê û ew yek ji kesayetiyên ku ji aliyê rêjîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat ve hatibû girtin, û ew yek ji mamosteyên ku bi komeke Kadroyên Partiya Yekîtî re, di destpêka şoreşê de, ji kar hatin dûrxistin.Û di 6ê Hezîrana 2022’an de li Amûdê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Raport : Elî Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.