المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 84

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li Qamişlo di roja Yekşemê 31.10.2021ê de, civîna xwe ya asayî li ofîsa ENKSê lidarxist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û li ser lîsta kar rawestiyan.

Rewşa siyasî Serokê Encumenê birêz “Ahmed Isma’îl” li ser rewşa siyasî ya giştî li Sûriyê û bi taybetî rewşa diyaloga kurdî û kurdî û aktîvkirina wê axivî.

 

Di civînê de herwiha behsa serdana şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd bo Mosko û hevdîtina bi cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re hat kirin.

 

Herwiha xwecihiyê rewşa awareyên Serê Kaniyê yên li navçeyên Kurdî û aktîvkirina peywendiyan bi wan re gengeşe kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.