المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji nexweşiya Covîd 19 li kurdistana Sûriyê

0 62

Di 24 demjimêrên derbas bûyî de gorî hat ragihandin hejmara pêketiyên bi Veyrûsa koronayê li kurdistana Sûriyê gihiştiya 261″ kes û ji wan 17 kes jiyana xwe ji dest dane û 13 baş bûne  ..

 

Û rojane hejmara tûşîbûyên bi nexweşiya Covîd 19 li herêmên kurdî li Kurdistana Sûriyê zêde dibe û ev yek vedgera sedema ne pabendî bûna hemwelatiyan bi rêûnemayên xweparastinê li deveran bi giştî …

 

Û herwiha tûşîbûyên hatin tomarkirin li Herêmên kurdî ev in:

– li Hesekê 24 kes in.

– li Qamişlo 31kes in.

– li Dêrikê 14 kes in.

– li Rimêlan 2 kes in.

– li Girkê Legê 1 kes e.

– li Çilaxa 1 kes e.

-li Amûdê 5 kes in.

– li Reqayê 56 kes in.

– li Debqayê 30 kes in.

– li Mibic û Dêrezor 56 kesin

– li Şehbayê 11 kes in.

– li kobanê 26 kes in.

– li Şedadê: 1 kes e.

 

Û bi vî awayî amarên dawî yên pêketiyên koronayê li kurdistana Sûriya hatiye tomarkirin gihiştiya “35404” kes û herwiha ji wan”2439″ ji vê nexweşiyê başbûne û “1341” canê xwe ji dest dane…

 

Û êdî rewşa xelkê ji sedema nexweşiyê aloztir dibe û pêwîst e rastî rêûnemayên tendirûstî û xweparastinê bibin …..

 

 

 

Ragihandin a ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.