المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI QAMIŞLO 17 BERÇILEYÊ 2020AN ROJA ALAYA KURDÎ JI ALIYÊ ENKSÊ VE HAT VEJANDIN…

0 69

Di roja pêncşemê 17.12.2020an li bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriya katijmêr 11ê nîvro, li pêşiya ofîsa ENKSê roja Alaya kurdî ji aliyê ENKSê ve hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna serokê ENKSê mamoste Si’ûd El-mella û destaya serokatiya ENKSê,herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan yên bi ser ENKSê ve.

Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,yên li bajarê Qamişlo.

Herwiha hejmarek pir ji Alayên kurdî hatin bilindkirin ji aliyê beşdarbûyna.

Wek tê zanîn ev roja dîrokî roja Alaya Kurdî li seranserî Cîhanê hate vejandin ji aliyê Kurdistaniyan ve.

Ji ber ku di bin sîbera vê Alaya rengîn bi hezarên pakrewanên Kurd berevanî di ber xak û mafê gelê kurd de, kirine,heta ku ev Alaya Kurdî ya pîroz bilind maye û li seranserî Cîhanê li badibe bi hemû rengên xwe yê bi nirx û bi wate.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.