المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN, XELEKEK GENGEŞEYÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO HATIBÛ LI DAR XISTIN..

0 62

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de,piştî rawestîbûna,zêdeyî çar heyvan ji bo nexweşiya veyrûsa koroa.

Xelekek bi navnîşana

(Danûstendinên di navbera ENKSê û PYNKê de)

di roja înê 18.12. 2020an de,li navenda korbenda Çaksazî û guhertin,li Kurdistana Sûriya,li bajarê Qamişlo hat lidarxistin,bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebd-elrehman,endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Feyrûşa Ebd-elrehman endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman

:”Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê rawestiyan.
Piştre rêveberiya korbendê bi xêr hatina mêvanên xweyî beşdar kirin.

Û piştre li ser mijarê baş hat gengeşe kirin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî ji hemû pêkhateyên herêma Kurdistana Sûriya.

Herwiha rûpela kar hat gengeşe kirin ya ku hatibû pêşkêş kirin ji hêla rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin”.

Herwiha Ebd-elrehman got:

“Tekezî bû li ser berdewamiya van danûsitendinan,

Ji ber ku giringiyek stratêjîke û wê destpêka rêxweşkiriya danûsitendinên giştî be di navbera hemû pêkhateyan ta çareseriya siyasî bibînin ji bo kirîza Sûriya”.

Herwiha li ser van xalan hatin gengeşe kirin.
1-Giringiya vê danûsitendinan li ser asta Kurdî û Sûriya bi giştî.(dûr niştîmaniya wê)
2-Alîgirên ku dikarin van danûsitendinan bi serkevin,û alîgirên ku wê bi binxin.
3-Nerîna te ji siberoja herêmê re, ta ku ev danûsitendin bi serkevin ya ku bi binkevin.
4-Nerîn û pêşinyar.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.