LI DIRBÊSIYÊ ENDAMÊ DESTEYA CÎBICÎKAR YA “ŞPKSÊ” SERBEST HAT BERDAN JI ALIYÊ EWLEHIYÊ BI SER PYDÊ VE…
Di roja çarşemê 10.2.2021ê de, ewlehiyê bi ser PYDê ve,birêz Mihemed Şêx endamê Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriye,binçavkiribûn, Û piştî 3ê katijmêran serbest hat berdan.
Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji bajarê Dirbêsiyê navê xwe neda nasîn û ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:
“Em dikarin bêjin xelkên bajarê Dirbêsiyê eşkere dîtin dema hêzên ewlehiyê yên bi ser PYDê ve,hatin birêz Mihemed Şêx bi xwe re birin, Lê em nizanin Sedem çi ye”.
Piştî girtina 3 Demjimêran , ew serbest hat berdan û vegera mala xwe .
Hêjaye gotinê ku hîn binçavkirina çalekvan û endamên partiyên bi ser ENKSê ve,berdewam e ji aliyê hêzên bi ser PYDê ve , Û ji aliyekî dî jî,tê amedekirin ji bo destpêkirina qonaxa sêyem ji danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah