المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI AMÛDÊ PÊŞANDANEK HAT LIDARXISTIN JI MALBATÊN XWENDEVANAN JI BO SERBEST BERDAN MAMOSTEYÊN GIRTÎ ..

0 92

Di roja çarşemê 10.2.2021ê de,li Kurdistana Sûriya li bajarê Amûdê pêşandanek ji aliyê malbatên xwendekaran hatibû li dar xistin.

Wek tê zanîn ev pêşandan hatibû amedekirin ji aliyê malbatên xwendekarên bajarê Amûdê û daxwaza serbest berdana mamosteyên xwe dikirin yên ku di êvara roja sêşemê 6.2.2021ê de, hatibûn girtin ji aliyê ewlehiyên bi ser PYDê ve.

Ev yek jî piştî ku di roja sêşemê 19.1.2021ê de,hêzên Ewlehî yên bi ser PYDê ve,li Kurdistana Sûriya li bajar Dirbêsiyê komek ji mamosteyên resen û pispor yên ku Rêbaza Xwendinê ya hikûmeta Sûriya xwendekar perwerde dikirin wan binçavkirin û ew xwendin û bawernameyên wan tê pênasîkirin ji aliyê civaka navdewletî .

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.