Home / Civak / Korona û Metirsiya ser Jiyana Mirovan ..

Korona û Metirsiya ser Jiyana Mirovan ..

Piştî belavbûna Veyrûsa Korona li Hin deverên Welatê Çînê û gihişte Îranê bi Taybetî li bajar ên Qum, Erak, Tehran, Gîlanê , Metirsiyeke pir mezin belav kir bi xwe re.

ku wezereta Tendrustî ya Îranê bi fermî ev yek piştrast kiriya, ku heta niha hejmarek kes rastî Veyrûsa Koronayê bûna û 5 kes jî li wî welatî jiyana xwe ji dest dena,Û herwiha
di derbarî vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyên xwe yên sînorî yên li gel Îranê Girtin  û hatûçûna welatiyên Îranê bo Kurdistanê û welatiyên Kurdistanê bo Îranê jî qedexe kir,

û herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê belavbûna Veyrûsa Koronayê tedbîrên pêwîst distîne di warê nûjdarî de û bi dest kempanya huşiyarkirina welatiyan û çawaniya rûbirûbûna Veyrûsa Koronayê bikin , bi Taybet û Kesek li Bajarê Necef tûşî vê nexweşiyê bûye û gihişte Iraqê.

û tê zanîn nexweşiya Veyrûsa Koronayê li bajarê Wûhana  Çînê derket û nexweşiyeke metirsîdare ku ji kesekî bo kesekî din ve tê veguhastin,

û herwiha ji ber vê Veyrûsê pirsgirêk di Hinasa mirovan de çê dibe, weku, kuxika dijwar, Taya bihêz û bêhndana bi zehmet, ev jî nîşanên sereke yên vê nexweşiyê , û derbarî vê Veyrûsê de gele kes bandor li wan hat kirin û jiyana xwe ji dest dan, û herwiha hîn derman jêre ne hatiye dîtin ..

Hêja were gotinê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 25ê Reşemeha 2020an biryar da ku ji 26ê vê mehê hata 23ê Acdara bê bibe Bihinvedana Fermî ji hemî Dibistanên Herêmê û Peymangeh û Zanîngehan, wekû karekî xweparistinê ji bo ev Nexweşî belav nebe..

Ragihandina ENKSê

Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

di roja çarşemê 28.10.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *